ANKARA
Dema saeta li gor havînê qediya û saet ji 04.00an pê ve saetekê paşve hatin hildan.
Tirkiye li gor qanûna teqsîmkirina 24 saetan ya rojê ji îşev pê ve derbasî saeta zivistanê bû.
Ji bo ku ji ronahiya rojê zêde teserûf bê kirin saet 31ê adarê di roja yekşemê saet 03.00ê pê ve saetek pêşve hatibû hildan. Piştî ku dema saeta li gor havînê qediya ev car saet ji 04.00an pê ve saetekê paşve hatin hildan.
Li Tirkiyeyê saeta havînê biharê dest pê dike û nîvçeya payîzê de xelas dibe. Bi vî awayî saeta havînê 7 mehan dewam dike.
Tê texmînkirin ku di guherîna saetê de di navbera 800 milyon û milyarekê de teserûfa ceyranê çêdibe. Ev teserûf jî bi qasî ceyrana ku ji santralake hîdroelektrîkê tê hilberîn e.