Saeta havînê biharê dest pê dike û heta nîvçeya payîzê 7 mehan dewam dike. Tê texmînkirin ku di guherîna saetê de di navbera 800 milyon û milyarekê de teserûfa ceyranê çêdibe. Ev teserûf jî bi qasî ceyrana ku ji santralake hîdroelektrîkê tê hilberîn e. Tirkiyeyê di sala 1925an de qanûna teqsîmkirina 24 saetan ya rojê derxistibû û li gor vê qanûnê dê 27ê cotmehê de dîsa saeta zivistanê dest pê bike.
Li gorî qanûnê, Lijneya Wezîran 25ê rêbendana 2013an de qerar dabû ku 31ê adara 2013an de di saet 03.00yê şevê de derbasî saeta havînê bibin û 27ê cotmeha 2013an de di saet di 04.00an de jî derbasî saeta zivistanê bin û saetê saetekê paşve hildin.
Li Tirkiyeyê saeta havînê biharê dest pê dike û nîvçeya payîzê de helas dibe. Bi vî awayî saeta havînê 7 mehan dewam dike. Ji bo saetê li dewsa merîdyena 30yî merîdyena 45an esas tê girtin.