08 Mijdar 2015•Rojanekirin: 08 Mijdar 2015
ANKARA
Sepana saeta havînê bi dawî bû û seat di 04.00an de saetek paşve hat hildan.
Tirkiye li gor Qanûna Rojêkê Bîst û Çar Saet Dihesibîne ya ku di sala 1925an de hat qebûlkirin, îşev derbasî sepana saeta zivistanê bû.
Bi armanca ku ji roniya rojê zêdetir bê îstifadekirin di 29ê adarê de sepana saeta havînê dest pê kiribû lê îşev jî saet ji 04.00an pê ve saetek paşve hat hildan.
Sepana saeta zivistanê îsal ji ber Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya 1ê Mijdarê du hefte dereng dest pê kir. Qewl di 25ê cotmehê de bi dawî bû û verastkirina der heqê vê meseleyê de bi îmzeya Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Alî Riza Alaboyun ve ji Serokwezîriyê re hatibû şandin.
Di çarçoveya verastkirinê de sepana saeta zivistanê divê di 25ê mijdarê de dest pê bikira lê ji ber hilbijartina 1ê mijdarê taloq bûbû.