Ahmet Aydın
13 Gulan 2018•Rojanekirin: 14 Gulan 2018
LONDON
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Londonê, li Otêla Întercontinentalê, di şîvê digel xwendekarên endamê Weqfa TURKENê civiya û gotarêk pêşkêşî beşdariyan kir.
Serokomar Erdogan derbarê veguhastina Balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsê got, "Amerîkayê bi vê gava xwe ya ku ne li gorî şîara miroveyetî, heq, edalet û heqaniyetê ye, hemî biryarên NYê, hetta muktesebata xwe jî îxlal kir. Herwiha zirar da pêbaweriya xwe ya di warê civaka nêvneteweyî de û rola xwe ya navbênkariya çareseriya îxtilafê jî ji dest da."
- "Amerîkayê ceza da Filistînê"
Erdogan anî ziman ku Amerîkayê bi veguhastina balyozxaneya xwe bo Qudsê, ceza da Filistîna ku bi defaet îsbat kir ku aşitiyê dixwaze û wiha pê de çû: "Di serî de Amerîka, gotine emê Qudsê weke paytextê îsraîlê nas bikin. Hûn weke çi nas bikin, bikin. Li NYê dengdayîna wê hat encamdan."
Serokomar Erdogan herwiha got, "Quds, bi taybet Qudsa Rojhilat, paytextê Filistînê ye. Em weke alema îslamê vê wisa dizanin."
- "Hilbijartinên 24ê Hezîranê wê pêşiya welatê me serdemeke nû ye"
Serokomar Erdogan, "Hilbijartina 24ê hezîranê, hilbijartineke wisa krîtîke ku dê li pêşiya welatê me serdemeke nû veke. Li gorî encama vê hilbijartinê ya wê welatê me li ser demokrasî û gava xwe ya geşepêdanê ya ku 16 sal e bê navber didomîne, dewam bike, yan jî wê gelek destkeftiyên ku di encama têkoşîneke dijwar de bi dest ketiye, wê li ber avê herin."