AGIRÎ
Li Zêdikana navçeya Agiriyê, bi hatina biharê re hewa germ bû û qijikan jî dest bi hêlînçêkirinê kir.
Qijik bi pûş û pelaş, qirş û qal û gîhayên ku ji erdê berhev dikin ve hêlîna xwe çêdikin.
Can Erdoganê ku li vê navçeyê dijî, got ku her sal dema ku bihar tê, qijik jî dest bi hêlînçêkirinê dikin û wiha pê de çû: "Ji ber ku li vê derê sipîndar zehf in, gelek qijik tên vir."