Tirkiye

Qefleya ewil a turîstên Rûs hat Antalyayê

Bi destpêkirina geştên asîmanî yên di navbera Tirkiye û Rûsyayê da ku di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hatibûn rawestandin, 519 turîstên Rûs hatin "paytextê turîzmê" Antalyayê.

Önder Beyter  | 10.08.2020 - Rojanekırın : 11.08.2020
Qefleya ewil a turîstên Rûs hat Antalyayê

Antalya

 Bi destpêkirina geştên asîmanî yên di navbera Tirkiye û Rûsyayê da ku di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hatibûn rawestandin, 519 turîstên Rûs hatin "paytextê turîzmê" Antalyayê.

Geştên asîmanî ku ji ber Kovîd-19ê meha adarê hatibûn rawestadin, 1ê tebaxê bo Stenbol û Enqereyê, îro jî ji bo Antalya, Dalaman û Bodrumê dest pê kirin.

Balafira ku ji Balafirgeha Moskova Sheremetyevoyê rabû, saet 03.25an li Balafirgeha Antalyayê danî.

Turîstên ku ligel malbat û hevalên xwe hatin balafirgehê, maske dan ber devê xwe û wisa ji balafirê peya bûn. Turîst her wisa ji kamerayên termal derbas bûn û bi dezenfektanên li ciyên diyarkirî, destê xwe dezenfektan kirin û piştî miemeleyên pasaport û walîzê, bi servîsan çûn otêlên xwe.

Turîstên Rûs ên ku ji balafirgehê çûn wiha gotin, "Me gelekî bêriya Tirkiyeyê û Antalyayê kiribû. Merheba Tirkiye."





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın