Serokê Baroya Agiriyê Alî Artûk der barê pêvajoya çareseriyê de got: "Pêvajo gihiştiye asteke baş, ji vir pê ve em ji aştiyê pêvetir tiştekî din qebûl nakin."
Li Agiriyê, hin nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, di buroya Komelaya Çand û Arîkariyê ya Agiriyê de der barê pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyeke hevpar dan. Serokê Baroya Agiriyê Alî Artûk, daxuyaniya niviskî xwend û got ku daxuyaniyên der barê paşvekişîna rêxistinê yên rojên dawîn de gel dixe qisawetê.
Artûk diyar kir ku divê pêvajoya çareseriyê bê navber dewam bike û neyê astengkirin û got: "Îro ji her demê zêdetir pêdiviya me bi aştî û biratiyê heye."
Artûk wiha pê de çû: "Bedêla her tiştî heye, lê bedêla aştiyê mezintir e. Ji ber vê yekê divê her kes çi dikeve li ser milê wan bike. Ji vê astê şûnve ji bilî aştiyê daxwazeke me tuneye."