12 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyip Erdogan destnîşan kir ku peywendiya wî ya digel futbolê her dem bi hezjêkirin berdewam bûye û got, "Me li taxa Kaptanpaşaya Kasimpaşayê ji kaxizan top çêdikir û pê dilîst. Me di taximê taxê de dest bi toplîstinê kir. Li wêderê em zû bilind bûn. Ew pêvajoya ku di 14 saliya me de dest pê kir, me bire kumeya amator."
Erdogan li qenala NTV û NTV Sporê beşdarî bernameya "Sed ji 100î Futbol"ê bû û bersiva pirsên pêşêşvan Murat Kosova û futbolîstê berê û şîrovekarê futbolê Ridvan Dîlmen da.
Di bersiva pirsa Kosava ya gelo hezjêkirina we ya spor û futbolê kengî destpê kir de Erdogan got, "Me li taxa Kaptanpaşaya Kasimpaşayê ji kaxizan top çêdikir û pê dilîst. Me di taximê taxê de dest bi toplîstinê kir. Li wêderê em zû bilind bûn."
Erdogan anî ziman ku ew pêvajoya ku di 14 saliya wî de dest pê kir, wî biriye kumeya amator û wiha pê de çû: "Di taximê taxê de Nevruz Şerîf û qeptanê taxim kekê me Fetî hebû. Nevruz Beg pişt re çû Fenerbahçeyê û Şekersporê. Fetîbeg jî di Camîaltiyê de dilîst. Dema ew di Camîaltiyê dilîstin min forvet dilîst. Ez gelekî nêzîkî golê bûm. Hingî Camîalti pêşniyazî min kirin. Wê demê kulûbeke amatorî wisa bû ku her dem ji bo serekiyê dilîst."
- "Pêdivê mijara futbolîstên biyanî bê gotûbêjkirin"
Erdogan di bersiva derbarê kontenjana futbolîstên biyanî de got, "Halêhazir qanûn çi bêje ew e. Bêguman hemû kulûb vî tiştî dikin. Bi taybet kulûbên me yên futbolê, ji bo çifutbolîstan amade dikin? Ji bo Taximê me yê Millî. Ji bo amadebûna di ji Taximê Millî re di serî de pêdivê mîqdara dema lîstikê, deqîqeya wê zêde be. Futbolîstek çiqasî zêde karîbe bilîze, di taxim de erkê bigire, demê wergire hingî di warê endamtiyê ji bo taximê millî de şansê wî zêde dibe. Em dîsa jî hewl didin ku futbolîstên xwe yên ku li derveyê welêt dilizîn, lejyonerên xwe têxin taxim de."
Serokomar Erdogan herwiha got, "Dema em li cihanê dinerin, ew ji bo ku bala temaşevanan bikşînin çi dikin? Bi mebesta transferkirinê gelek pere xerc dikin. Tiştekî weke vê li ba me jî heye. Lê belê nuha em bêjin bi gelek futbolîstên biyanî re heta 2019an peyman hatine girêdan. Li gora vê lazim nakê li ser vî tiştî spekulasyon bên kirin. Ji ber ku ev pêvajoya li vêderê tê ajotin, piştî 2019an pêdivê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) digel hemî kulûban gotûbêj bike."