12 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Berdevkê HDPê û Parlementerê Şanliûrfayê Osman Baydemir ku ji aliyê Dadgeha 5emîn a Şanliurfayê ve ji sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê" tê darizandin û ji bo sitendina îfadeyê derbarê wî de "biryara girtinê" hebû, li Balafirgeha Ataturkê hat binçavkirin.
Baydemirê ku ber êvarê bi balafira bi tarîfe ji Hambûrga bajarê Almanyayê, daket Balafirgeha Ataturkê, di dema kontrola pasaportê de ji aliyê ekîbên polîs ve hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku Baydemir piştî karûbarê wî yên li Midûriyeta Balafigeha Ataturkê sewqî Dadgeha Bakirkoyê hatiye kirin.
Derbarê Berdevkê HDPê û Parlementerê Şanliûrfayê Osman Baydemir de ji ber sûcê "kirina propagandaya terorê par li çalakiya newrozê ya li Bîrecika navçeya Şanliûrfayê de bi xwestina 5 sal cezayê hebsê doz hatibû vekirin.