Polîtîka

Ji bo Osman Baydemirê HDPyî daxwaza 6 sal cezayê hebsê

Der heqê parlamenterê berê yê HDPyê Osman Baydemir da ji ber axaftinên wî yên li komcivîn û "nobeda wijdan û edaletê" ku partiya wî du sal berê li Wanê li dar xistin, bi daxwaza heta 6 salan cezayê hebsê doz hat vekirin.

Önder Beyter  | 13.05.2019 - Rojanekırın : 14.05.2019
Ji bo Osman Baydemirê HDPyî daxwaza 6 sal cezayê hebsê

Van

Der heqê parlamenterê berê yê HDPyê Osman Baydemir da ji ber axaftinên wî yên li komcivîn û "nobeda wijdan û edaletê" ku partiya wî du sal berê li Wanê li dar xistin, bi daxwaza heta 6 salan cezayê hebsê doz hat vekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîna xwe ya der heqê axaftina Parlamenterê berê yê Rihayê yê HDPyê Baydemir a li komcivîna li Wanê da temam kir.

Di îdianameya ku ji aliyê Dadgeha Esliye ya Cezayê ya 5emîn a Wanê hat qebûlkirin da ji ber sûcê "bi awayekî eşkere piçûkxistina milet, komar û Meclisa Tirk" ya ji ber naveroka axaftinên wî, hat xwestin ku heya 6 salan cezayê hebsê lê were birîn.

Di îdianameyê da herwiha hat diyarkirin ku di axaftinên Baydemir ên li Komcivîna Meclisê ya HDPyê û "nobeda wijdan û edaletê" ku tebaxa 2017an li navçeya Îpekyoluyê li Parqa Musa Anter hatibûn lidarxistin da unsûrên sûcê hatin tesbîtkirin û lewma jî der heqê wî da lêpirsîn hat destpêkirin.

Hat diyarkirin ku di axaftina Baydemir a ji bo gel da îfadeyên ku sûcê "bi awayekî eşkere piçûkxistina milet, komar û Meclisa Tirk" di xwe da dihewîne, hene.

Di îdianameyê da ji xeynî vê hat destnîşankirin, Baydemirê ku di 19ê Nîsana 2018an da parlamenteriya wî hat betalkirin, di 6ê Nîsana 2018an da derketiye dervayî welêt û careke din venegeriyaye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın