Şaredarê Bajarê Mezin yê Diyarbekirê Osman Baydemîr beşdarî konferansa "Bi Destê Rêveberiyên Herêmî Aştî" ya ku li bajarê San Sebastînê tê lidarxistin bû û li vir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Baydemîr dest nîşan kir ku di peywirdariya xwe ya maweya 10 salan de, ji bo serkeftina xelkê Diyarbekirê xizmet kir û got ku ez ê heya kêliya xwe ya dawî a li ser kar, ji bo Diyarbekir û gelê Diyarbekirê xizmetê bikim û di vê kelecaniyê de bim.
Baydemîr bi bîr xist ku namzeda Diyarbekirê ya di hilbijartina heremî ya sala 2014an de dê jin be û got ku dê bi hilbijartina di nav partiyê de diyar bibe ka dê kê bibe namzeda Diyarbekirê. Ez jî bi kêfxweşî piştgiriyê didim biryara partiya me. Çawa ku mirov bi şerefeke mezin alayekê hildigire, dema ku wext hat divê mirov wisa bi şeref bikare dîsa dewr bike. Piştî ku min al dewr kir jî ez dê dîsa li Diyarbekirê bijîm û xizmeta gelê Diyarbekirê bikim.
Baydemîr got ku bi ya min ez ji siyasetmedarekî bêtir, aktîvîsteke mafên mirovan im, piştî ku min dev ji şaredariyê berda dibe ku ez di nav rêxistineke saziya sîvîl, komele, sendîka an jî siyasetê de cî bigirim. Gelê min li kû hewceyî min be, bi şertê ku meşrû û demokratîk be, ez jî li wê derê me.
Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr der barê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya ku di nav BDPê de bû sedemê niqaşan de got ku "bi ya min çarenûsa me û ya hemû gelên din yên Tirkiyeyê hevpar e. Heke em bibin partiya hemû Tirkiyeyê divê em bi bîr bixin ku BDP dixwaze bibe parçeyekî tevahiyê. BDP dixwaze ku statuyekê bide kurdan û bibe parçeyek tevahiya Tirkiyeyê. Wê demê ne bi tenê bi dewletê re, divê em bi gelan re jî aştiyê pêk bînin. Ji ber vê yekê divê em derfet bidin ku gel hevdîtinan bikin. Ez hevdîtina BDPê ya bi gelên Tirkiyeyê re gelekî girîng dibînim. Mixabin ev 30 sal in dawî û pevçûn bûn sedema şikestinan. Wê çaxê divê em car carina îtifaqan bikin, bi deklarasyonên hevpar tevbigerin, bi ya min dê ev yek gelên Tirkiyeyê bigihîne hev. Divê ji bo nêzîkbûnê çi derfet hebe, em hemûyan binirxînin.
Baydemîr îdia kir ku BDP di nav partiyên Tirkiyeyê de partiya ku herî zêde niqaşên navxweyî dike û li demokrasiya navxweyîxwedî derdikeve ye. Baydemîr got ku niqaş nabe sedema qelsbûna partiyê, berevajî dê bibe sedem ku piranitiya partiyê zêde bibe û bibe arîkar ku partî nêziktirê gel bibe.
- Tirkiye li Rojhilata Navîn dikare bibe welatekî model
Baydemîr destnîşan kir ku Tirkiye li Rojhilata Navîn dikare bibe welatekî model lê ji bo ku ev yek bi cî bê divê pêşî li ser xaka xwe, bi welatiyên xwe yên kurd re aş bibe. Baydemîr got ku wek kurdên Tirkiyeyê armanca wan hilweşandin û ji nû ve avakirina tu rejîman nîne û dest nîşan kir ku armanca wan ew e ku di nav tevahiya Tirkiyeyê de, di nav rejîmeke demokratîk de bijîn. Baydemîr da zanîn ku ji ber vê yekê BDP di çêkirina reforman de, di cihekî dijwar de ye.
Baydemîr dest nîşan kir ku divê her kes tev li pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê bibin û wiha axivî: " Em nikarin êş û elemên rabirdûyê nehesibînin û bi vî awayî dahatûyê ava bikin. Divê em lê nenêrin ka ji ber kirinên kî bûne mexdûr û em bi rabirdûyê re rû bi rû bimînin. A rast divê em ji mexduran helalkirinê bixwazin. "