Ahmet Aydın
21 Gulan 2018•Rojanekirin: 22 Gulan 2018
ANKARA
Partiya Demokrata Gelan (HDP) ji bo hilbijartina 24ê hezîranê 25 heb ji 48 parlementerê xwe yê mewcûd, dê weke namzêd dest nîşan neke. Herwiha 2 parêzerên Abdullah Ocalanê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê xist nav lîsteya xwe.
HDPê ji bo Hilbijartina Giştî ya Serokomarî û Serdema 27emîn a Parlementeriyê ku biryar e 24ê hezîranê bê kirin, lîsteya xwe ya namzêdan pêşkêşî Lijneya Bala ya Hilbijardinê (LBH) kir.
Di lîsteyê de nûnerên tevgerên sosyalîst herwiha endamên komên bawerî û etnîkî yên curbicur, hunermend, rojnamevan û akademisyenên ku bi KHKyan îxraç bûbûn dest nîşan kirin.
Ji Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan ji Stenbolê, Sazaî Temellî jî ji Wanê bû namzêd. Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen ji Qersê, Wekîlserokên Komê yên HDPê Filîz Kerestecîoglu ji Enqereyê, Meral Daniş Beştaş jî ji Sêrtê bû namzêdê parlementeriyê.
- Parlementerên ku li derveyî lîsteyê man
Di lîsteya namzêdan ya HDPê de tevî guherankariyên mezin gelek ji parlementeran jî weke namzêd nehatin destnîşankirin. Ji parlementerên HDPê Sirrî Sureyya Onder, Ertugrul Kurkçu, Mehmet Alî Aslan, Dîlek Ocalan, Muslum Dogan, Behçet Yildirim, Mizgîn Irgat, Çaglar Demîrel, Ziya Pîr, Sîbel Yigitalp, Nîhat Akdogan, Abdullah Zeydan, Celal Dogan, Alî Atalan, Erol Dora, Gulser Yildirim, Dengîr Mîr Mehmet Firat, Burcu Ozkan, Kadrî Yildirim, Aycan Îrmez, Adem Geverî, Nadir Yildirim, Saadet Becereklî li derveyî lîsteyê man.
Ji aliyekî din ve Selahattîn Demîrtaş ji bo ku bû namzêdê serokomariyê ew jî li derveyî lîsteyê ma.
- Parêzerên Ocalan û biraziyê wî bûn namzêd
Ji parêzerên Abdullah Ocalanê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê Ebrû Gunay ji Mêrdînê, Cengîz Çîçek jî ji Wanê bû namzêd. Meral Hanbayata ku ji Tunceliyê bû namzêd jî demekê parêzeriya Ocalan kiribû.
Parlementera HDPê ya Şanliurfayê Dîlek Ocalan ji ber cezaya xwe ya sabitbûyî nebû namzêd. Lê Omer Ocalanê biraziyê serkirdeyê terorê, kurê Mehmet Ocalan ji Şanliurfayê bû namzêd.
- Namzêdên Elewî, Ermenî û Suryanî
Garo Paylanê ku bi nasnameya xwe ya Ermenî tê nasîn, ji dêvla Stenbolê ji Diyarbekirê bû namzêd. Herwiha gelek kesên ku li dezgeh û komeleyên Elewiyan rêveberî kiribûn ketin lîsteyê. Turgut Oker û Alî Kenanoglu ku bi nasnameya xwe ya Elewîtiyê tên nasîn ji Stenbolê, Kemal Bulbul jî ji Antalyayê hat destnîşankirin. Berpirsê Tirkiyeyê yê Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê (ESU) û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Sebroyê Tûma Çelîk jî ji Mêrdînê hat destnîşankirin. Feleknaz Uca ya ku weke Êzidî tê nasîn ji Batmanê bû namzêdê parlementeriyê.
- Namzêdên Çepgir
Ji endamên damezrînerê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Bariş Atay ji Hatayê, Serokê Giştî yê berê yê Partiya Demokrasiya Sosyalîst Ridvan Turan ji Mersînê, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Musa Pîroglu, ji Federasyona Meclisên Sosyalîst Dilşat Canbaz, Erkan Baş, Serokê Giştî yê berê yê Halkevleriyê Oya Ersoy ji Stenbolê, Hevseroka Giştî ya ESPê Tulay Hatîmogullari ji Adanayê weke namzêd hatin destnîşankirin.