18 Sibat 2016•Rojanekirin: 22 Sibat 2016
HELEB
Hat ragihandin ku PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê êrîş bire ser Ezeza li bakurê Helebê.
Zekeriya Qarsliyê fermandarê Tirkmen ê Eniya Şamê ya girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev çend roj in hêzên PYDê di mewziyên ku qasî 2 kîlometreyî nêzîkî Ezezê da bûn îro ji bo ku kontrola navçeyê bi dest bixin êrîş dan destpêkirin.
Qarsli destnîşan kir ku hemû komên girêdayî ASAyê hewl didin ku pêşiyê li wan bibirin û wiha got: "Hêzên PYDê ji aliyê gundê Maranasê ya ku li başûrê rojavayê navçeyêye ra hewl didin ku ber bi Nexweşxaneya Neteweyî ya Ezezê pêşda herin. Em jî bi hemû hêzên xwe va li hemberî wan ber xwe didin."
Wek mayîn Hêzên Çekdar ên Tirkiyayê ji Kilîsê bi obusên bobelat va topan diavêjin hedefên PYDyê yên li der û dora Ezezê.