09 Hezîran 2017•Rojanekirin: 10 Hezîran 2017
BATMAN
Li Kozluka navçeya Batmanê di êrîşa çekdarî ya li dijî şaredar de mamosteyeke jin hat kuştin.
Li navenda navçeyê dema ku Şaredar Veysî Işık ne di nava wê de bû, ji aliyê hin kesên ku nasnameya wan hê nehatiye eşkerekirin, êrîş li dijî wesayita wî hat lidarxistin.

Di êrîşê de fişekên ku li wesayitê ketin û pekiyan, li wesayita ku mamosteya mûzîkê Şenay Aybuke Yalçın a 22 salî ku li Lîseya Fire Bername ya Anadolu ya Kozlukê wezîfe dikir, tê de bû, ketin.
Mamosteya ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê lê tevî hemî midaxeleyan nehat rizgarkirin.
Şaredarê Kozlukê Işık di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de destnîşan kir ku, êrîş îro seat derdora 11.00an, dema ku diçû meqamê xwe yê şaredariyê ji aliyê terorîstên PKKyî ve hatiye lidarxistin.