20 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2015
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got, "PKKyê dest bi hin cure çalakiyên terorê kir û li ser vê jî hewcedariyek çêbû ku ev operasyon werin lidarxistin, heger nehatana kirin, îro me yê qala tiştên din bikira, Tirkiyeyê ber bi cihekî din biçûya."
Akdogan beşdarî bernameya "Îskele Sancak" a Kanal 7ê bû û bersiva pirsên der heqê rojevê de da.
Akdogan diyar kir ku êrîşên terorê xizmeta armanceke siyasî dike û wiha xeberda, "Li Tirkiyeyê demeke dirêj, ji bo domînekirina siyasetê, ji bo ku rêyekê bidin pêşiya welat û ji bo ku siyasetê dizayn bikin teror wekî enstrûmanekê hatiye emilandin."
- "Operasyon ne sedem, encam in"
Akdogan got ku çi PKK, çi DAEŞ û çi jî rêxistineke din a terorê dibe bira bibe, divê meriv li hemberî hemû rêxistinên terorê yên ku li dijî mirovahiyê sûcdar in têkoşîneke xurt bide.
Akdogan destnîşan kir ku PKKyê hewl da ku li hin bajarên kifşkirî otorîteya dewletê bişkêne û bêje ku li vir dewlet tuneye, ez heme û li vir hukmê min derbasdar e û wiha dewam kir, "Xwestin bi vî awayî kaosekê derxin û ber bi armanca xwe ya rêxistinê bimeşin. Dixwazin ku Tirkiyeyê têxin nava rewşeke mîna Sûriyeyê."
Akdogan diyar kir ku wan li hemberê PKKyê di dîroka komarê de operasyonên herî xurt pêk anîn û wiha pê da çû, "PKK pir belawela bû, ev gelek eşkere ye. Xuya ye ku di nava panîkê de ne. Rêxistin di pêvajoyê wiha de wekî taktîkekê biryara bêçalakbûnê dide. Ji bo ku bi kêrî HDPyê were biryareke wiha dan. Jixwe HDPya ku şaxa siyasî ya PKKyê ye, di bin nîrê Qendîlê de ye."