Peyamnêrê AAyê Ferdi Akilli wefat kir
Ferdi Akilli (42) ku wekî peyamnêrê Ajansa Anadoluyê (AA) li Zonguldakê peywir dikir, wefat kir.

Zonguldak
Ferdi Akilli (42) ku wekî peyamnêrê Ajansa Anadoluyê (AA) li Zonguldakê peywir dikir, wefat kir.
Akilliyê ku 11ê Rêbendanê xwîn çû ser mêjiyê wî û lewma li Nexweşxaneya Dewletê ya Zonguldak Ataturkê tedawî didît, nîvê şevê dilê wî sekinî. Akilli digel hemû midaxeleyan nehat xilaskirin.
Cinazeyê Akilliyê ku bi qasî 12 salan bû di AAyê da peywir dikir, îro esrê dê li memleketê wî Zonguldakê li Goristana Kiratê were definkirin.