ANKARA
Serlêdanên perwerdeya nûçegihaniya şer a ku Akademiya Nûçeyan a Anadolu Agencyê (AA) û Serokatiya Akademiya Polêsan bi hev re li dar dixin, didome.
Perwerde dê ji bo nûçegihanên wêneyan, kameramanan û nûçegihanên ku di saziyên medyayê yên neteweyî û navneteweyî de dixebitin bê dayîn. Ji bo bernameyê dê 30 kes bên girtin û şert û mercên serlêdanê wiha ne: Kesên ku dê serî lê bernameyê bidin divê ji 40 salî mezintir nebin, divê nexweşînên wan ên kronîk tunebin, divê bikaribin rêwîtiyê bikin, pirsgirêka wan a leşkeriyê tunebe û divê ji bo ku di AAyê de bixebitin astengiyên wan ên zagonî tunebin.
AA weke distûr kesên ku pewerde nebin naşîne şer. Li gor perwerdeya ku AA dê bide, di nûçegihaniya şer de ya herî girîng ewlehiya nûçegihan e û pişt re jî nivîsandina nûçeyan, kişandina wêne û dîmenan û şandina van e.
Kesên pispor dê perwerdeyê bidin
Hêzên Çekdar ên Tirk (HÇT) û AFAD dê bi kadroyên xwe yên pispor ve ji destpêkê heta dawiyê destekê bidin perwerdeyê.
Pisporên Akademiya Polêsan dê dersên alîkariya ewil, teror û terorîzm, bûyerên civakî, penaber û kampên penaberan, di rewşa derasayî de rêvebiriya medyayê, di bûyerên teror û şidetê de rêgezên weşanê, nûçegihaniya fotoyê ya şer, kameramaniya şer, nûçegihaniya şer, zimanê laşê mirov, berxwedana di avê de, şer, nûçe, mînakên nûçeya wêne û dîmenê, dahûrîna rîsk, parastina nêzîk, balistîka çekê, ewlehiya şexsî, dîlgirtin û revandina mirov, teqemenî û defikên bûbiyê bidin.
Dersên wek nûçegihaniya şer, kameramaniya şer, nûçegihaniya fotoyê ya şer, di rewşa derasayî de rêvebiriya medyayê dê ji aliyê kadroya pisporên tecrubedar ya AAyê ve bên dayîn.
Qûrsiyerên hez dikin, dikarin bi telefona 0 312 999 25 81-82yê agahiyên benfireh bistînin.