BÎNGOL
Bîlal Dûrgûnê bingolî yê ku perwerdeya medreseyê standiye, piştî xebateke bi qasî 4 salan meala Qur'ana pîroz a zazakî nivîsand.
Meala Qur'ana pîroz a bi zazakî ji aliyê Bîlal Dûrgûnê ku li Stenbolê dijî ve hat nivîsandin û bi navê "Tefsîrê Qur’onê Kerîm Zazakî" hat weşandin. Ji mealê hezar heb hatin çapkirin û ket nav berhemên ku hatine wergerandin.
Nivîskarê meala zazakî Dûrgûn daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema perwerdeya medreseyê didît, her dem xiyal dikir ku Qur'ana pîroz wergerine zazakî. Dûrgûn got ji ber ku piştî çendî çend salan xiyala min bi cî hat, gelekî kêfxweş im.
Dûrgûn bi bîr xist ku Quran ji bo fehmkrinê nazil bûye û got ku xebata min 4 salan berdewam kir. Dûrgûn destnîşan kir ku xebata wî ji bo zazakiya zimanê wî yê zikmakî hem ji aliyê dîn ve, hem jî ji aliyê ziman ve berhemekî gelekî girîng e.
Dûrgûn diyar kir ku ji bo nivîsandina mealê ew 18 mehan çû qursa zimanê zazakî û da zanîn ku ev çend sal in min bala xwe daye zimanê nivîskî yê zazakî.
Dûrgûn wiha got:
"Beriya niha bi devokên herêmî re eleqedar bûm, pişt re min zimanê nivîskî yê zazakî nas kir. Ez fikirim ka çima çavkaniyên îslamî, hedîs û Quran wernegerandine zazakî."
Dûrgûn axaftina xwe wiha berdewam kir: "Min dema meal nivîsand herî zêde di mijara rêzimana zazakî û aliyê teknîkî ya kar ve zehmetî kişand. Ji ber ku her çiqas em zazakî bikarin biaxivin û bixwîniin jî, rêzimaneke zazakî ya ku zimanzan li ser li hev dikin, tuneye. Ez ji bo ku bikaribim mealê binîvisim 18 meh çûm qûrsê. Ez beşdarî xebatên rêzimana atolyeyê bûm. Xwedê nesîb kir û me jî ev xebat da destpêkirin."
Dûrgûn got ji ber ku di zazakî de peyva mealê tuneye, şûna wê de peyva 'guncav'ê bi kar anîn.