18 Sibat 2017•Rojanekirin: 20 Sibat 2017
MARDÎN
Parlemeneterê Partiyan Demokrata Gelan (HDP)ê yê Batmanê Mehmet Ali Aslan, di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê da hat binçavkirin.
Li gorî agahiyan, Parlemeneterê HDPê yê Batmanê Aslan, di çarçoveya lêpirsîna terorê ya derbarê wî da ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Batmanê va tê ajotin, li Midyada navçeya Mêrdînê hat binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê da derbarê Aslan ji sûcên "mixalefeta Qanûna Meşên Xwepêşandanê û Civînan" û "Biçûkxistina wezîfedarê hikûmetê" ji aliyê 5emîn Dadgeha Asliyeyê va doz hatibû vekirin û ji ber ku beşdarî darizandinê nebûbû biryara girtinê derbarê wî da hatibû dayîn.