29 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2015
ANKARA
Sererkaniyê diyar kir ku di operasyonên li Silopî û Cizîra navçeyên Şirnexê û Sûra navçeya Diyarbekirê dewam dikin da 214 terorîst hatin kuştin.
Li ser malpera Sererkaniyê der barê bûyerên li welêt da agahî hatin dayîn. Li gor van agahiyan, do li Cizîr, Silopî û Sûrê 3 terorîst hatin kuştin. Hetanî îro li Cizîrê 155, li Silopiyê 17, li Sûrê 42 bi tevahî 214 terorîst hatin kuştin.
Li Cizîrê di guleagirkirina terorîstan da zarokeke 5 salî mir. Li Silopiyê 13 teqemeniyên ku bi desta hatibûn çêkirin hatin teqandin, 3 barîqat hatin rakirin. Li Sûrê jî 4 barîqat hatin rakirin, 3 teqemeniyên ku bi desta hatibûn çêkirin hatin teqandin.
Wek mayîn li Elbeyliya navçeya Kilîsê 2 kesên ku tê gotin ku endamên DAEŞa rêxistina terorê ne yên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bibin hatin binçavkirin.
Li Îdirê di operasyonên dijî terorê da 14 kesên ku tê îdiakirin tevkarê rêxistina terorê ne hatin binçavkirin.