01 Tebax 2018•Rojanekirin: 01 Tebax 2018
TUNCELÎ
Li Pulumura navçeya Tunceliyê gelek çek û muhimatên 10 terorîstên ku di operasyonê da hatibûn berterefkirin, hatin dîtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat bibîrxistin ku 30ê tîrmehê li kirê navçeya Pulumurê li ser îxbara welatiyên hişyar, bi beşdariya hêza asîmanî li dijî terorîstên amadekariya êrîşê dikirin, operasyon hat lidarxistin û di vê operasyonê da 10 terorîst jî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku li erdê ku operasyon lê hat lidarxistin, fealiyeta lêgerîn û kontrolê hat kirin û wiha hat gotin:
"Li herêma operasyonê 7 kalaşnîkof çeka peyadeyan, M-16 çekeke peyadeyan, 10 şarjorên kalaşnîkofê, 268 guleyên kalaşnîkofê, dûrbîn, 6 bêtêl, 200 mêtro qabloya ceyranê, 2 tûpên mezin, aku, cihaza dengqeydkirinê, kamera, radyo, 3 cot sol, topek, brandaya naylon û gelek alavên jiyanê hatine bidestxistin. 2 pergala teqemeniya destçêkirî yên ku hatin tesbîtkirin, bi destê pisporên jinavbirina bombeyan hatine îmhekirin."
Di daxuyaniyê da herwisa hat balkişandin ku li seranserê parêzgehê xebatên desteserkirin û berterefkirina terorîstan bênavber didomin.