18 Gulan 2016•Rojanekirin: 22 Gulan 2016
İSTANBUL
Li Stenbolê 6 gumanbarên di operasyona dijî DAEŞa rêxistina terorê da hatin binçavkirin ji kontrola tendûristiyê hatin derbaskirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna bi Terorê ra yên Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê, di operasyona dijî DAEŞê da 3 jê biyanî 6 kesên ku binçavkirin, li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Hasekiyê ji kontrola tendûristiyê hatin derbaskirin. Piştî kontrolê gumanbar birin şaxa Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê ya li ser kolana Vatanê.
Li gor agahiya ku ji mensûbên ewlekariyê hat hildan, di malên gumanbaran da jî lêgerîn hat kirin. Di lêgerînê da tifingeke bipompe, guleyên vê çekê, hejmareke zêde dokûmanên dijîtal ên rêxistinê hatin desteserkirin.
Derket holê ku xebatên di çarçoveya operasyonê da dewam dikin.