ANKARA
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê ji ber îdîayên bêrêtiyê li Saziya Hewayê ya Tirkan (THY) operesyon kirin. Di operesyonê de Srokê Saziya Hewayê ya Tirkan Osman Yildirim jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin.
Dozgeriyê ji ber îdiayên ku li saziyê karên derqanûnî hatine kirin telîmat da û Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê jî lêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de der heqê 11 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Polêsan, Serokê THKyê Osman Yildirim û eqrebeyên wî jî di nav de 9 kes binçav kirin. Hat ragihandin polês 2 kesên ku eleqeya wan bi bûyerê re hene jî digerin.
Kesên ku hatin binçavkirin ji bo ku îfadeya wan bê girtin anîn Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê.