VAN
Li Wanê 120 hezar û 550 pakêt cixareyên qaçax hatin bidestxistin.
Li gor agahiyên ku hat bidesxistin, tîmên Midûriyeta Şaxa Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Ewlehiyê agahî hildan dê cixareyên ku ji derveyî welêt hatine bajêr dê bişînin derveyî bajer.
Li ser van agahiyan tîmên ewlehiyê tira ku tê de qenepe hebûn û ajovanê wê jî H.Î. bû li Edremîta navçeya Wanê dan sekinandin.
Di encama lêgerînê de di hundirê qenepeyên di tirê de 120 hezar û 550 pakêt cixareyên qaçax hatin bidestxistin.
Ajovanê tirê H.Î. hat binçavkirin.