05 Adar 2016•Rojanekirin: 06 Adar 2016
ŞIRNAK
Li Îdila navçeya Şirnexê operasyona ku hêzên ewlekariyê li dijî terorîstên PKKyî dabûn destpêkirin dewam dikin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê sitandin, qedexeya derketina derva ya ku di 18ê sibatê da li Îdilê ji bo rakirina barîqatan, sergirtina hendekan û îmhekirina teqemeniyan, pêkanîna ewlehiya can û malê welatiyan îlan kiribûn dewam dike. Ji hêla din va operasyonên hêzên ewlekariyê jî dewam dikin.
Hêzên Çekdar ê Tirk û hêzên ewlekariyê endamên rêxistina terorê li Taxa Turgut Ozal terorîst di ciyekî da asê kirin.
Endamên rêxistinê malan wek mewzî bi kar tînin, di der û dorê da teqemenî bi cî kirine û ji aliyekî va jî ji qulên ku di dîwarên avahiyan da vekirine ra guleyan berî hêzên ewlekariyê didin.
Terorîstên ku asê mane ji bo ku pêşiyê li hêzên ewlekariyê bibirin bi bombeyên ku bi tupan va çêkirine êrîşî hêzên ewlekariyê dikin.
Teqemeniyên ku bi desta hatine çêkirin yek û yek tên îmhekirin, barîqat tên rakirin û ser hendekan tê girtin.
- Di 16 rojan da 2 hezar û 650 xanî ji terorîstan hatin paqijkirin
Di roja 16an a operasyonan da 2 hezar û 650 malên li navçeyê ji terorîstan hatin paqijkirin, ekîbên lêkolîna li dewsa bûyeran jî li der û dorê teqîbatê dikin.
Pisporên îmhekirina bombeyan ji bo ku welatiyên piştî operasyonan vegerin mala xwe di xetereyê da nemînin teqemeniyan îmhe dikin û bi dedektoran va li alî digerin.
Di çarçoveya operasyonan da gelek teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin hatin îmhekirin.
Terorîstan bi taybetî teqemenî di mitfax, odeyên razanê, hundirên dolaban, pişt deriyan û baxçeyan da bi cî kirine. Di operasyonan da gelek xwarin û xurekên terorîstan jî hat girtin.
Li navçeyê ji sedî 85ê operasyonan hatin temamkirin û hetanî nika 66 terorîst hatin kuştin.