06 Adar 2016•Rojanekirin: 06 Adar 2016
KAYSERÎ
Serokê Lijneya Rêvebirina Boydak Holdîngê Haci Boydak û Endamê Lijneya Rêvebirinê Memduh Boydak ên ku li Kayseriyê di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/RDP) da hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Ewlekariya Bajêr di çarçoveya lêpirsîna ku li ser îdiayên alîkariya fînansê dide FETO/RDPyê da Serokê Lijneya Rêvebirina Boydak Holdîngê Haci Boydak û Endamê Lijneya Rêvebirinê û Rêvebirê Payebilind Memduh Boydak binçav kiribûn. Ji ku werin girtin Haci Boydak û Memduh Boydak sewqî dadgehê kirin û dadgehê jî ew girtin.
Dadgehê bi şertê kontrola edlî rêveberên holdîngê Erol Boydak û Murat Bozdag berdan.