06 Adar 2016•Rojanekirin: 06 Adar 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo fezlekeyên der barê "rakirina destnedayîna" parlementerên HDPyî de diyar kir ku wê piştî hevdîtinên li ser budçeyê wan binirxînin û wiha pê de çû: "Di serî da divê em ji bo destnedayîna me hemûyan li hev bikin, mutabaqatekê çêbikin. Li gor fikra min, fikrê wî çi qas li dijî min be jî divê em destnedayîna her parlementerî heta dawiyê biparêzin û ez diparêzim jî. Çi dibêje bila bibêje, fikra wî çi dibe bila bibe, meriv têkilî kesekî ku li ser navê millet diaxive nabe, lê bi heman awayî ez wek mirov û wek Serokwezîrê Hikûmeteke ku rayeya meşrû ji gel standiye jî dibêjim ku ne pêkan e yek here teziyeya caniyekî ku 29 canê me ji me standiye, ne tenê ji bo bûyera Enqerê ji bo hemû bûyerên terorê yên dib teşmîl dikin. Ev çûyîna wê di çarçoveya destnedayînê da were nirxandin."
Serokwezîr Davutoglu: "(Fezlekeya der barê HDPyiyan de) Li gor wîcdana min, di çarçoveya van rêgezan de gavên hewce dikin bên avêtin. Wek însanekî ji bilî wesfê parlementeriyê wek însan jî helwesta ku di bin meclisê de vî caniyî pîroz nîşan bide nayê qebûlkirin. Ji bo vê jî pêvajoya hiqûqî dest pê dike, ev bi tenê meneya hiqûqî di nav xwe de dihewîne lê dema ku ew pêvajo dewam dike lê destûr nayê dayîn ku dîmenên zirarê bidin îtibara rêgezên Tirkiyeya dewleta demokratîk hiqûqê derbikevin holê."
Serokwezîr Davutoglu: "(Der heqê operasyonan da) Li kuderê hewce be, dê li wir were kirin. Ev karekî sebrê ye. Li kuderê hewceyî hebe dê were kirin. Her derê ku ez diçimê, ez yek bi yek brîfîng hildidim. Ez naxwazim vêga li vir behs kim, dê li van deran bê kirin. Lêbelê em dizanin ka kuder krîtîk in. Em dizanin van xaîn û nemerdan li kuderan cebilxaneyên taybet bi cih kirine. Emê van hemû cebilxaneyan jî bihesibînin, li her derê welat, li Stenbol, Konya, Enqere, Îzmirê heya ku şert kemilîn û li her derê ku pêdivî hebe ev cure xebat dê bên kirin. Lêbelê hejmara van gelek nîne."
Ji axaftina Serokwezîr Davutoglu hin sernavên ku derketin pêş:
"Ji ber ku van rojan destnedayîn di rojevê da ye, şandina van fezlekeyan weke ku rewşeke nû be tê dîtin. Na, ev karekî rûtîn e, beriya niha jî fezlekeyên din jî bi heman usûlê hatin şandin. Emê piştî budçeyê li ser van hemûyan bisekinin û em ê ji bo fezlekeyên ku ji Meclisê ra hatine şandin jî bi Serokê me yê Meclisê ra, ku hewce bike, em ê nûnerên partiyên din ra jî hevdîtinê bikin. Lewra ev yek rûmeta hemû Meclisê temsîl dike. Ez emîn im Partiya Gel a Komarê jî MHP jî weke ku min wê rojê got parlementerên maqûl û biwijdan ên HDPê jî qebûl nekiriye ku ev parlementera hanê çûye sersaxiya terorîstekî.
Di têkoşîna li dijî rêxistina paralelê de li tu saziyekê cihêtî wê neyê kirin, di nav dewlet û hemû saziyên wê de ev têkoşîn didome û wê bidome jî.
Serokwezîr Davutoglu di mijara îadeya Fethullah Gulen de got: "Geşedaneke teze nîne. Di vê mijarê da hin teşebusên Tirkiyeyê hene ku bi DYAyê ra dualî û di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da dimeşîne. Em hêvî dikin ku di kurtedemekê da encamekê were girtin, lê ev hevdîtin didomin."
Ji bo biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ku der heqê Can Dundar û Erdem Gul da de jî Davutoglu got: "Dadgeha Destûra Bingehîn dozeke ku li dadgeheke yekemîn tê dîtin, hilda pêşiyê. Dadgeha Destûra Bingehîn dezgehek e ku ji derûdorên cuda ên civakê û hin caran jî ji endamên ku bi eslê xwe ne hiqûqnas in pêk tê. Dadgeha Destûra Bingehîn xwe kiriye şûna dadgeha yekemîn û biyara ku Dadgeha Temyîzê dê paşê bide, daye. Evê pergala me ya hiqûqê bike nava tevliheviyê û dê bibe sedem ku li ser Dadgeha Destûra Bingehîn zexteke mezin çêbe. Divê em hemû li ser vê dubare bifikirin û erka Dadgeha Destûra Bingehîn a di vê mijarê da bi awayekî rast bidin fêmkirin."
Serokwezîr Davutoglu ji bo Rojnameya Zamanê tayînkirina qayyûm de jî wiha pê de çû: "Ev bi temamî pêvajoyeke hiqûqî ye. Di mijara azadiya çapemeniyê da divê li Tirkiyê şika kesî tunebe, lê bi kirinên çapemeniyê, bi nixamtina kirinên çapemeniyê, kirinên din tên kirin, em ferqa van dizanin. Li Tirkiyê li dijî hikûmeta me gelek organên çapemeniyê hene ku rexne dikin. Der heqê tu çapemeniyê da lêpirsîna hiqûqî nayê kirin. Lewra rexnekirin mafê herî siruştî ye, lê li vê derê mijar tenê fealiyeta çapemeniyê nîne. Bi taybetî li dijî hikûmeteke ku gel piştgirî dayê û li dijî organên wê ji zûva operasyon tê kirin. Ev mijar jî encama wê ye. Ji ber vê çendê li vê derê îdianameya hiqûqî ya Rêxistina Paralel û perê dereqanûnî heye. Organên darazê wê vê bi rê va dibe. Têkiliya vê bi hikûmeta me ra tune. Ev biryar organên darazê daye û wê werin sepandin jî."