25 Sibat 2016•Rojanekirin: 26 Sibat 2016
ŞIRNAK - BIGRAFÎK
Li Îdila navçeya Şirnexê operasyona ku li dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê di 18ê sibatê de dest pê kir didome.
Di 16ê sibatê de li navend û gundên Îdilê qedeqeya derketina derve hat îlankirin û di 18ê sibatê de jî hêzên ewlehiyê û TSKê bi hev re ji bo îmhakirina teqemeniyan, girtina hendekan û ewlehiya can û malê gel dest bi operasyonê kirin.
Di çarçoveya operasyonê de malên ku tên tespîtkirin ji hêla terorîst tên bikaranîn yekoyek tên kontrolkirin û teqemeniyên di kuçe û kolanan de hatine veşartin jî tên îmhakirin.
Li Yenî û Turgut Ozala ku taxên herî mezin ên navçeyê ne hêzên ewlehiyê û endamên rêxistinê guleyan berî hev didin.
Ji roja ku li navçeyê operasyon dest pê kiriye heta îro hêzên ewlehiyê hezar û 595 mal kontrol kirin, 105 teqemeniyên bidestçêkirî bi kontrol îmhakirin, 6 hendek girtin û 43 barîkat rakirin. Ji sedî 52yê navçeyê xebatên lêgerîn û kontrolê hatin kirin.
Di operasyonê de ji dîmenên ku heron ji hewayê ve dikşînin, qeyd dikin û dişînin navenda operasyon lê tê birêvebirin, tên nirxandin û piştî nirxandinê jî hêzên ewlehiyê sewqî herêman tên kirin.
- Talûkeya teqemeniyên bidestçêkirî
Ji bo hêzên ewlehiyê yên ku operasyonê birêve dibin teqemeniyên bi destçêkirî yên di kuçe û xaniyan de hatine veşartin talûkeya herî mezin e. Ji ber vê jî hêzên ewlehiyê bi tewdîr tevdigerin ji bilî kûçe û kolanan endamên rêxistinê di xanî û bexçeyan de jî dafikên ji teqemeniyê danînê.
Wisa tê texmînkirin ku li navçeyê nêzî hezar heb teqemenî wek dafik hatine bicihkirin. Nîşangirên ku bi taybetî di nav avahiyên bilind de xwe vedişêrin û di kulên dîwaran de vekirine derbasî avahiyên din dibin û gule berî hêzên ewlehiyê didin tên tespîtkirin û tên kuştin. Li navçeyê ji bilî endamên YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê endamên rêxistinê yên ku ji serê çiya jî hatine hene.
Çavkaniyên hêzên ewlehiyê diyar dikin ku endamên ji serê çiya hatine endamên rêxistinê yên ku li nav nançeyê ne kontrol dikin û rê nîşanî wan didin.
- Li "Çemê Cehenemê" pevçûn
Piraniya şêniyên li navçeyê ji ber teqemenî, barîkat, hendek û qedexeya derketina derve tax û malên xwe terikandin û operasyonên ku dest pê kirine jî bi şev û roj dewam dikin. Di vê çarçoveyê de hêzên ewlehiyê li "Çemê Cehenemê" yê ku di navbera Îdil û Çiyayê Gebarê de dimîne dest bi operasyonê kir. Di operasyonê de hêzên ewlehiyê û endamên rêxistinê rastî hev hatin û şer derket, helîkoptêra tearûzê jî piştgirî da hêzên ewlehiyê û 3 jê jin 12 mensûbên PKKê hatin kuştin.
Hat ragihandin ku li navçeyê jî ji 30î zêdetir endamên rêxistinê hatine kuştin.
- Xizmetên tenduristiyê bi ewle dewam dikin
Li Îdilê piştî ku qedexeya derketina derve dest pê kir li ser rêyên ku meriv dikeve navçeyê û jê derdikeve hêzên ewlehiyê cihên kontrolê avakirin û wesayîtên ji navçeyê derdikevin piştî kontrolên bi hûrgilî ji wê derê vediqetin. Hêzên ewlehiyê nahêlin ku wesayît bikevin hundirê navçeyê. Xizmetên tenduristiyê yên li navçeyê jî bi piştgiriya hêzên ewlehiyê ve bi ewle dewam tên kirin.
Ji ser têlefonê dema ku îxbarek tê hêzên ewlehiyê jî bi ambûlansa bizirx re heta ber derê mala kesê nexweş diçin, nexweş ji malê tînin nexweşxaneyê û piştî dermankirinê jî careke din bi ambûlansê re diçin û welatiyê nexweş datînin mala wî.
- Bi wesayîtên bizirx alîkarî tê şandin
Li taxên Yenî û Tûrgût Ozalê yên ku operasyon lê bi hûrgilî didomin ji bo welatî mexdûr nebin jî tewdîrên ku hewce dike ji hêla hêzên ewlehiyê ve tên hildan. Malbatên ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye û pakêtên xwarin û xurekê yên AFAD û yan jî Hîva Sor a Tirkiyeyê şandine bi kordînasyona Qaymeqamtiya Îdilê ve bi wesayîtên bizirx ve tên teslîmkirin.
- Welatî piştgiriyê didin operasyonê
Ji çar aliyê Tirkiyeyê xwarin, xurek û name ji mensûbên hêzên ewlehiyê yên ku di operasyonan de cih digirin re tên. Hêzên ewlehiyê xwarinên ku hatine şandin dixwîn û nameyan jî dixwînin.