26 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2015
DİYARBAKIR
Hat îdiakirin ku terorîstên endamên DAEŞê yên ku di operasyona ser Kayapinara navçeya navend a Diyarbekirê da hatin kuştin, wê li herêmê êrîşên sansasyonel li dar bixistana.
Ekîbên Midûriya Ewlehiyê ya Diyarbekirê, li sikaka 53emîn a ser Kolana Sitki Guralê ya Taxa Hûzûrevlerî, operasyon birin ser malên ku endamên DAEŞê li wir dimînin. Di çarçoveya operasyonê de 7 terorîst hatin kuştin û 12 jî hatin qefaltin.
Hat destnîşakirin ku li ser terorîstekî bombe hat qefaltin û tê îdiakirin ku dê van terorîstan berî hilbijartina 1ê mijdarê ew ê li herêmê êrîş li dar bixista.
Di nav 7 terorîstên ku hatin kuştin û 12 endamên rêxistinê yên ku hatin qefaltin de, kesên biyanî tune ne. Herwiha lêkolînên derbarê wan de berdewam dikin.