20 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê di operasyona ku ev 23 roj in li dijî endamên PKKya rêxistina terorê tê birêvebirin de heta niha 36 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Li Sûrê di 28ê mijdarê de êrîş hat kirin û tê de Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî hat kuştin, Ahmet Çîftaslan û Adem Erdûrê ku polês bûn jî cangorî bûn û ji wê hingê vir ve li navçeyê operasyonan dest pê kir û didomin.
Qedexeya derketina derve ya ku li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê hatibû îlankirin didome û operasyonên li van taxan ên ku bi piştgiriya cendermeyan ve 23 roj in dewam dike. Di 23 rojan de hejmara terorîstên ku di operasyonan de hatin kuştin jî derket 36an.
- Agir berî hin xaniyan dan
Wisa tê texmînkirin ku di dema operasyonan de endamên rêxistinê ji bo ku hêzên ewlehiyê ji xwe dûr bixin agir berî hin xaniyên li wan taxan bûn dan û alavên agir ên ku bilind dibûn jî ji helîkopterê ve hatin qeydkirin.
Hat ragihandin ku endamên rêxistinê gule berî ekîbên ku ji bo temirandina agir çûbûn herêmê dan û nehiştin karê xwe bikin.
- Avahiya 3 qatî hilweşiya
Teqemeniyên ku endamên rêxistinê ji bo rê li ber derbasbûna hêzên ewlehiyê bigirin di hendek, kolan û barîqatan de bi cih kiribûn, tên teqandin.
Ji ber tesîra teqînên bi destçêkirî hin dikan û xaniyên li derdorê zirar dîtin û ji ber teqîna li kûçeya Ketencî ya li Taxa Fatîhpaşayê avahiyeke 3 qatî tep bû û bi xêra ku avahî vala bû tişt bi tu kesî nehat.