17 Mijdar 2017•Rojanekirin: 18 Mijdar 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Hekariyê xîtabî gel kir.
Serokwezîr Yildirim: "Mereq nekin, em xwe li ber namerdan natewînin, em tenê di rikûê de xwe xwe ditewînin. Bi kêmbûna terorê re dê çavkaniyên me veberhênan û karxaneyên nû zêde bibin. Wê zarokên me bi dilê xwe herin xwendinê. Dema wisa bû wê çi bibe? Emê geşe bidin. Bila Ewropa har bibe, çi bike bila bike, wê nikaribe vê meşê bisekinîne."
Serokwezîr Yildirim: "Tirk û Kurd yek in, bira ne, pêkve Tirkiye ne. Nijadperest ne ji me ne. Fermana dînê me ye ev. Nijatperestî, netewperestî nîn e, dînperestiya qewmî nîn e, herêmperestî nîn e. Bi Hekarî, bi Kirklarelî, bi Sînop, bi Hatayê, 780 hezar kîlometroçarçik axa welêt em hemî yek in, em pêkve ne, em bira ne em bi hev re Tirkiye ne."