Çiğdem Münibe Alyanak
24 Gulan 2026•Rojanekirin: 24 Gulan 2026
Li Bîgaya navçeya Çanakkaleyê otobêsa tûrê welgeriya û 46 kes tê da birîndar bûn.
Otobêsa tûrê ku ji Balikesîrê ber bi Çanakkaleyê va diçû, navê şofêrê wê hê nehatiye tesbîtkirin û plaqeya wê 06 AYD 067 e, li Rêya Hawirdorê ya Bîgayê welgeriya zeviyê.
Di qezayê da şofêr û 45 rêwî birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Bîga û Lapsekiyê.
Hat gotin ku hin rêwî hatin tabûrcîkirin, rewşa yên din jî baş e.
Qaymeqamê Bîgayê Ercan Kayabaşi daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku ew qezayê ji nêz va dişopînin û wiha dewam kir, "Tedawiya welatiyên me li nexweşxaneyên navçeya me dewam dikin. Hemd ji Xwedê ra talûkeya tu welatiyên me tuneye. Xwedê şifayê ji hemû welatiyên me yên ku qeza derbas kirin ra bişîne."