17 Adar 2016•Rojanekirin: 18 Adar 2016
ANKARA
Herikîna nefta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ya ku ji ser xeta boriyê ya Kerkûk-Yûmûrtalikê digihêje Tirkiyeyê 5 roj berê ji nû ve dest pê kir û niha di asteke asayî de ye.
Li gor agahiyên ku nûçegihana AAyê ji rayedarên Wezareta Vejen û Çavkaniyên Sirûştî hilda rojê dîsa nêzî 528 hezar warîl neft ji ser xeta boriyê ya Kerkûk-Yûmûrtalikê digihêje Ceyhanê.
Rayedaran ragihand ku herikîna nefta ji aliyê Herêma Kurdistanê tê di rojên dawîn de ji ber êrîşan sekiniye û wiha pê de çûn: "Berê di 17 sibatê de ji ber sabotajên rêxistina terorê ya cudaxwaz û çarçoveya tewdîrên ewlehiyê de herikîna neftê ya ji ser xeta boriya Kerkûk-Yûmûrtalikê dabûn sekinandin. Lê li qismê ku ji 40 încî pêk tê herikîne neftê di 11ê adarê de dest pê kir. Pêr di cihê ku ji 46 încan pêk tê jî herikîna neftê gihîşt asteke normal. Nefta Bakurê Iraqê di saetekê de nêzî 22 hezar warîlî tê û 24 saet bênavber digihêje Ceyhanê."
Ji rayedaran hat pirsîn ku tê îdiakirin hin sazî sewqiyata nefta xam a ji ser xeta Kerkûk-Yûmûrtalikê dişandin Tirkiyeyê dane sekinandin û wan jî got: "Jixwe peymana wan saziyên ku sewqiyata neftê dane sekinandin bi Tirkiyeyê re qediyabû lê hevkariya bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê re didome."