Tirkiye

Nazim Uzunboyluyê Mûşî 53 sal e rojnameyan berhev dike

Sabri Yıldırım  | 05.05.2021 - Rojanekırın : 06.05.2021
Nazim Uzunboyluyê Mûşî 53 sal e rojnameyan berhev dike

Muş

 Nazim Uzunboyluyê 69 salî ku li Vartoya navçeya Mûşê dijî ji sala 1968an vir va kovar û rojnameyên ku xwendiye li odeyeke mala xwe berhev dike.

Uzunboyluyê li gundê Çaylara 20 kîlometre ji navçeyê dûr dijî û bavê 4 zarokan e her roj rojnameyan dikire û piştî xwendinê jî wan hiltîne.

Heta niha Uzunboylu bi hezaran rojname berhev kirine û ew hin caran rojnameyên berê xwendine jî dîsa dixwîne û rojên xwe yên berê bi bîr tîne.

Uzunboylu daxuyanî da rojnamevanan û got ku ew ji sala 1986an vir va her roj rojnameyan dixwîne û haya wî ji rojev û pirsgirêkên welêt heye.

Uzunboylu destnîşan kir ku ew bi xwendina rojnameyan kêfxweş dibe û wiha pê da çû: "Wê çaxê li Vartoyê rojname nedihatin firotin, min jî ji Mûşê dianî. 53 sal e ku ez rojname û kovaran berhev dikim. Her roj dixwînim û min heta îro xwendiye. Arşîva li cem min li ba kesî tuneye. Min odeyeka xwe ji bo rojname û kovaran cihê kiriye û nêzî 500 hezar rojname û kovar li cem min hene."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın