Tirkiye

Mêrdînî li erdê bejî şaxên şengêlan datînin

Par li deverên bejî milyonek û 200 hezar şaxên şengêlan hatin çikandin û îsal jî wê 600 hezar şax bên çikandin

Halil İbrahim Sincar, Şahin Seçen  | 30.07.2022 - Rojanekırın : 04.08.2022
Mêrdînî li erdê bejî şaxên şengêlan datînin

Mardin

 Li Mêrdînê li erdê bejî şaxên şengêlan tên danîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Bajêr ji bo erdê bejî yê li Mêrdînê vala nemîne bi hev ra dest bi projeyekê kir. Di çarçoveya projeyê da par milyonek û 200 hezar şaxên şengêlan ku li zeviyên midûriyetê hatibûn danîn li şêniyên bajêr hatin belavkirin û wan jî ew şax danîn.

Îsal jî Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Bajêr bi pêşîkêşiya Midûrê Bajêr Menduh Dîler, 6 teknîker û pisporî va li qada 10 dekarî 600 hezar şax danîn û wê li erdê beyar bên çikandin.

Di çarçoveya xebatê da ew şaxên şengêl piştî demekê wê bên aşîkirin jê fistiq bên hildan.

Walî û Wekîlê Şaredar Mahmut Demirtaş devera şax lê tên çikandin ziyaret kir û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wek şaredarî li bajêr 27 projeyên çandiniyê yên bi bergîdana 30 milyon lireyî xebat kirine.

Demirtaş got ku ew dixwazin bila deverên beyar ên li bajêr jî bi kêrî welatiyan bên û di vê çarçoveyê da jî xebatên xwe didomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın