26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
MARDÎN
Di sala 2016an de ji 200 hezarî zêdetir turîstên biyanî û xwecih Muzeya Mêdînê û Muzeya Bajêr ya Sakip Sabanci ziyaret kir.
Sala çûyî 150 hezar turîstî Muzeya Mêrdînê, 61 hezar turîstî jî Muzeya Bajêr ê Sakip Sabanci û Galeriya Huneran a Dîlek Sabanci ziyaret kirin.

Midûrê Muzeya Mêrdînê Nîhat Erdogan daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku muze cihên dîroka bajêr in.

Erdogan wiha dewam kir: "Em xwediyê miraseke qewîn û dewlemend in. Ji bo ku navbera me û dîrokê qewîn be divê mîrov here muzeyan."
Erdogan got ku ev 6 sal e çalakiyên perwerdehiya Muzeyê li dar dixin. Erdogan wiha dewam kir: "Me di sala 2016an de şahiyên Festîvala bafirok a Merdînê û Hevdîtina Çîrokbêj ên Mêrdînê li dar xist. Em ji bo xwendekarên nehatine muzeyê bên, hewl didin."
