YALOVA
Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç diyar kir ku ji cîranên Tirkiyeyê herî nêz bigire heta yên herî dûr li gelek welatan tengezarî û pirsgirêkên mezin hene. Arinç got ku misilman bi remezanê jî nehesiyan. Em dikarin Misir û Sûriyê wek mînak nîşan bidin. Hêvîdar im ku aramî bê alema îslamê.
Arinç betlaneya xwe ya cejnê di lojmanên TBMMê yên li navçeya Termala Yalovayê dike. Arinç nimêja cejnê li Mizgefta Gundê Yenîmahalleyê kir û piştî nimêjê cejna cemeatê yek bi yek pîroz kir.
Arinç li vir gote rojnamevanan ku şikir ji Xwedê re em gihane cejnê. Arinç diyar kir ku îro hemû alema îslamê cejnê pîroz dike û got ku remezan bi aramî derbas bû, em ê cejnê jî bi heman şadî û coşê biborînin. Hêvîdar im ku em gelek cejnên xweş derbas bikin.
Arinç xwest ku remezan bila aramiyê bîne alema îslamê û got ku em ji bo cîranên Tirkiyeyê aramî û yekîtiyê dixwazin.
Arinç piştî daxuyaniyê bi cemaetê re wêne kişandin û piştre ji bo bêhnvedanê derbasî Lojmanên TBMMê bû.