BÛRSA
Mehmet Ocalan ji bo ku biçe Girava Îmraliyê û bi birayê xwe Serokê PKKê Abdullah Ocalanê re hevdîtinê bike, hat Gemlîkê.
Mehmet Ocalan, Pervîn Odûncû ya xizma Cûmalî Karsû û Felek Cizlaşmak a xizma Şeyhmûz Poyraz serê sibehê hatin Fermandariya Cendermeyê ya Navçeya Gemlîkê.
Mehmet Ocalan daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku piştî ji Girava Îmraliyê vegerin, heke tiştek hebe dê parve bikin. Mehmet Ocalan serdana Serokwezîr a Diyarbakirê jî nirxand û wiha dewam kir: "Wekî ku her kes jî dizane û hûn jî çi navî lê dikin bikin, ev du roj bûn ku Serokwezîr li Diyarbekirê bû û der barê pêvajoya çareseriyê de hin tişt gotin. Em hêvî dikin tiştên ku Serokwezîr got her kes bibîne. Em dixwazin van tiştên ku Serokwezîr got bicih bên. Belê hin kesên ku ez naxwazim navên wan bibêjim hatin Diyarbakirê. Yên ku pêvajoyê didomînin dewlet, hikûmet û Ocalan e. Divê qey bi hev re peyman îmzekiribûn, qet qala Ocalan nehat kirin. Ev tişteke ne rast e. Tiştê rast çi ye divê ew bê gotin, ev baştir e."
Piştî ku karên wan ên fermî temam bibe dê Ocalan, Odûncû û Cizlaşmakê dê biçin Girava Îmraliyê.