BURSA
Mehmet Ocalanê birayê Abdullah Ocalanê ku cezayê miebetê xwariye û li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye, piştî hevdîtina bi Ocalan re, ji girava Îmraliyê hat Gemlîkê.
Mehmet Ocalanê ku ji bo dîtina birayê xwe çûbû girava Îmraliyê vegeriya navçeya Gemlîkê û li vir daxuyanî da rojnamegeran.
Mehmet Ocalan diyar kir ku Ocalan got ku divê cihê mezelê xuşka wî Havva Kesera (75) ku nexweş bû û li nexweşxanêyê dihat tedawîkirin malbata wê diyar bike.
Mehmet Ocalan li ser pirsa rojnamegerekî ya "Gelo hevdîtin çawa derbas bû, cihê ku dê xuşka Ocalan bê binaxkirin diyar bû an na?" wiha got: "Her tişt diyar bû. Em di hevdîtinê de li ser vê mijarê rawestiyan. Herwiha malbat û zarokên wê li ku derê bixwazin dê li wir veşêrin. Pirsgirêk dê wiha çareser bibe. Em nikarin mudaxaleyê vê bikin. Ev mafê me yê demokratîk nîne. Malbata wê li ku derê bixwaze em ê bibin wê derê. Bixwaze em ê bibin gund bixwaze em ê li cihê ku dijî veşêrin."
Ocalan li ser pirsa "Gelo hûn li ser rewşa Kobanê axivîn?" jî wiha got: "Birayê min wiha difikire; li Kobanê dê heta dawiyê gelê me têbikoşe. Herêmên ku lê endamên DÎŞIyê hene û herêmên ku Kurd lê dijîn dê heta dawiya dawîn bên parastin û gelê me li dijî DÎŞIyê li berxwe bide. Em ê heta dawiyê têbikoşin yanê serê xwe li ber DÎŞIyê netewînin. Rêxistina DÎŞIyê bi destê mirovan hat damezrandin, herwiha sibê roj DÎŞI li serê wan mirovên ku ev rêxistin damezirand dê bibe bela. Ji welatên demokratîk jî kîjan welat piştgiriyê bide DÎŞIyê dê sibê zirarê bibîne. Em ê heta dawiyê li dijî DÎŞIyê têbikoşin û gelê me mecbûre ku têbikoşe."
Mehmet Ocalan li ser pirsa "Ji bo Ocalan beşdarî merasima cinaze bibe teleb heye gelo?" wiha got: "Na, na, na. Ev merasimek ji rêzê ye. Telebek wiha nehatiye kirin. Lê ez bi teleba malbata wê nizanim. Divê hûn vê pirsê ji malbata wê bipirsin. Em li ser vê mijarê neaxivîn û di rojeva me de ev mijar tune bû."
Mehmet Ocalan li ser pirsa"Gelo li ser mijara pêvajoya çareseriyê axivî an na?" Mehmet Ocalan wiha bersiv da:
"Divê dewlet jî li gor zagonê ku dike rewacê tevbigere. Dibêjin pêvajoya çareseriyê lê bi salan e ku parêzeran naşînin bal me. Him pirsgirêkên me yên hiqûqî hene him jî dozên me yên ku di Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de berdewam dikin hene. Ma pêvajo bi vî şiklî tê birêvebirin. Ji bo çareseriyê dibêje 'Em ê heta 15 kewçêrê bisekinin, pirsgirêkên xwe ji lijneyên ku bên re vebêjin û piştî vê dê tiştekî ku em bikin nemîne.' Ji bo pêvajoya çareseriyê wiha dibêje, nirxandinên wî bi vî şiklî ne."
Piştî daxuyaniyê Mehmet Ocalan digel xizmê Hasan Alpanê girtî Hakki Alpan ji Gemlîkê vegeriyan.
Li gor madeya 125emîn a Qanûna Cezaya Tirkan a bi nimreya 765mîn ji ber "îxaneta welêt" cezaya dardekirinê dabûn Abdûllah Ocalan lê belê ji ber ku di çarçoveya qanûnên Yekîtiya Ewropayê de cezayê dardekirinê hat rakirin, cezayê hepsê ya heta dawiya emrê wî dan Ocalan û Ocalan di vê çarçoveyê li Girava Îmraliyê cezayê xwe dikşîne.