Heyeta HDPyê piştî hevdîtina Abdullah Ocalan ê ku li gor madeya 125emîn a Qanûna Cezaya Tirkan ji ber "îxaneta welêt" cezaya dardekirinê xwariye, lê belê ji ber qanûnên Yekîtiya Ewropayê cezayê dardekirinê hat rakirin cezayê hepsê ya heta dawiya emrê xwe li Girava Îmraliyê dikşîne, daxuyanî da.
Di daxuyaniya nivîskî ya HDPyê de hat bibîrxistin ku Serokcîgirên Komê Îdrîs Baluken û Pervîn Buldan û Parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder duh çûn Girava Îmraliyê. Di daxuyaniyê de piştî hevdîtinê, behsa peyama Ocalan a ku dixwaze bigihîne raya giştî hat kirin.
Di peyamê de Ocalan wiha got: "Em di demeke wisa de dijîn ku bûyerên gelek girîng diqewimin. Ne bi tenê ji bo herêmê, ji bo pêşeroja mirovahiyê jî, rojên pir dijwar û zehmet derbas dibin."
Ocalan di peyama xwe de got ku ji muzakereyan biryardarî û lihevkirin derket û ji bo vê jî tevger û ji bo plana xebata me nexşerê hat diyarkirin.
Di peyama Ocalan de wiha hat gotin: "Di vê çarçoveyê de li ber îradeya muzakereyê ya ku di Lijneya Wezîran de biryar hat dayîn tu astengî nema. Li gor vê metna ku fermî hat îlankirin û li gor naveroka wê divê dem neyê derbaskirin û bê destpêkirin, ev pir girîng e. Em bi cidî û fedakariyeke mezin ve gihîştin vê astê. Pêşeroj û silametiya pêvajoyê girêdayî gavên ku bi lez û cidî ye ku divê bên avêtin."
Ocalan got ku dorpeçkirina Kobanêyê ya ji hêla DÎŞIyê dibe ku Tirkiyeyê bike nav derbeyekê û wiha dewam kir: "Heke ev qetlîam bê kirin, him pêvajo dê bi dawî bibe û him jî derbeyeke nû û dirêj dê dest pê bike."
Ocalan ji bo Kobanêyê bang kir û wiha got: "Ez bangî her kesî yên ku naxwazin pêvajo û demokrasî dawî bibe dikim, bila bi cidî û bi berpirsyarî xwedî Kobanêyê derkevin."
Ocalan daxuyand ku li Tirkiyeyê yên ku çareseriyê dixwazin divê li hember pirsgirêkan di dema xwe de gavan biavêjin, lewra ev pir girîng e.
Ocalan got ku Kobanê perçeyekî pêvajoyê ye û nabe ji pêvajoyê bê qetandin.