ANKARA
Salvegera damezirandina Meclisê ya 94emîn bi merasiman tê pîrozkirin.
Merasimên pîrozbahiyê sibehê li kampusa TBMMyê dest pê kirin. Pêşiyê çelenk danîn Gora Ataturk, paşê jî bi rêzgirtin û xwendina Sirûda Neteweyî bernameyan berdewam kir.
Piştî merasimên li Gora Ataturk û Meclisa Yekemîn dê Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek li Salona Merasimê ya Meclisê pîrozbahiyan qebûl bike.
Lijneya Giştî ya TBMMyê dê di saet 14.00an de di serokatiya Çîçek de bi rojeva taybet bicive. Piştî xwendina Sirûda Neteweyî Çîçekê axaftinekê bike. Dibe ku Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Edogan, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Hevserokê HDPyê Ertugrul Kurkçu û nûnerên BDPyê der barê avakirina Meclisê û Cejna Zarokan û Desthilatdariya Neteweyî de 10 deqîqeyan biaxivin.
Dê Serokomar Abdullah Gul, fermandarên artêşê û endamên dadê û nûnerên biyanî jî rûniştina taybet temaşe bikin.