Ayşe Nur Bahçekapiliyê li gor biryara Dîwana Serokatiyê bangî Lijneya Giştî kir ku ji bo kesên di bobelata Somayê de mirine rêz bê girtin.
Piştî rêz girtinê Bahçekapilî wiha axivî:
"Rehma Xwedê li welatiyên me yên ku mirine be, serê malbatên wan sax be, birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazim. Em bi hêvî benda nûçeyên xêrê ne ku dilê me rehet bikin û karkerên di bin erdê de bên xilaskirin. Diayên me bi wan re ne, serê gelê me sax be."
Piştî vê axaftinê pêşnûmaya Lijneya Serîlêdanê ya ku Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek û cigirserokên koma 4 partiyên siyasî îmzekirî hat xwendin. Li gor vê Lijneya Giştî sibê jî dê nexebite.
Dîwana muhasebatê ya ku sibê 5 endamên wê bihatana hilbijartin jî dê 21ê gulanê roja çarşemê bên hilbijartin.