İbrahim Atmaca
24 Sibat 2019•Rojanekirin: 25 Sibat 2019
Li Xelata navçeya Bidlîsê 3 malbatên ku malên wan şewitîn li benda alîkariya rayedaran in.
Hefteyek berê li gundê Alakirê agir malên malbatên Doganê ket û malên wan tev şewitîn.
Ferîk Doganê der barê mijarê da daxuyanî da û got ku piştî şewatê malên wan nema tên xebitandin û ew gelek mexdûr bûn.
Dogan diyar kir ku mala wî û herdu malên zarokên wî yên li kêleka mala wî nema tên xebitandin û wiha dewam kir, "Em vêga pir perîşan in. Em niha li malên cînaran dijîn. Piştî ku agir bi malên me ket, ji Qereqola Cendirmeyan a Ovakişlayê rayedar hatin hatin vê derê. Ji Xelat û Ovakişlayê îtfaiye hatin. Di temirandina agir da zarokên me bi dû ketin û ji bo tedawiyê ew birin nexweşxaneyê. Her kes pir bû alîkar. Şikir ji Xwedê ra tiştek bi kesî nehat, lê malên me nema tên xebitandin."