11 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2019
Li Îzmirê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 10 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, di çarçovaya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê va dihat meşandin da, ji bo 10 kesên ku tê îdiakirin beşdarî çalakiyên PKK/KCKya rêxistina terorê bûne û li ser telîmetên rêxistinê hereket kirine biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li ser vê tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr li navendê û navçeya Torbaliyê operasyon bir ser hin navnîşanan.
Di operasyonan de 10 şikbar hatin binçavkirin.
Di lêgerîna malên şikbaran de gelek dokumanên rêxistinî û alavên dijîtal hatin bidestxistin.
Şikbar piştî kontrola tenduristiyê ji bo îfadeyê birin emniyetê.