Haydar Şahin
11 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2019
Li Samsûnê wesayîta ku zarokê 15 salî diajot welgeriya, di qezayê da zarokek mir, 5 zarok birîndar bûn û rewşa 2 zarokan giran e.
Li gor agahiyên hatin sitandin, A.A. (15) wesayîta bi pîlaqeya 55 HJ 521 a xaltiya xwe hilda û pê hevalên xwe derxist gerê.
Wesayît dema ji Bulvara Adnan Menders a Atakumê ra ber bi Bafrayê diçû totî qeraxê bû. Di qezayê da 6 zarok birîndar bûn.
Li ser îxbara kesên li der û dorê ekîbên tenduristiyê û polêsan sewqî herêmê kirin.
Piştî dermankirina ewil a li dewsa bûyerê 3 zarokên rewşa wan giran bû rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Ondokuz Mayisê (OMU). 3 zarokên birîndar ên din jî sewqî nexweşxaneyeke taybet kirin.
Ji birîndarên rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya OMUyê Omer Tugrul Çakar (15) ligel hemû midaxeleyan mir. Hat ragihandin ku rewşa herdu birîndarên giran di xetereyê da ye û hişê wan li serê wan nîne.