Şafak Yel
03 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2023
Li Odemişa navçeya Îzmirê 238 obje hatin qefaltin ku tê nirxandin, qîmeta wan a dîrokî heye.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê li ser îxbara, M.B. qaçaxçîtiya berhemên dîrokî dike, xebat da destpêkirin.
Berşik bi operasyona hat lidarxistin va hat binçavkirin.
Di lêgerîna mala wî da 193 sîkke yên tê nirxandin ji serdema Roma, Bîzans û Osmanî ne, 3 bazin, 42 obje bi tevahî 238 berhemên dîrokî hatin qefaltin.
Berhem bo Midûriyeta Muzeya Odemişê hatin radestkirin.
Miemeleyên berşik didomin.