Tirkiye

Li Îdirê eskerek şehîd ket

Çawîşê Pispor Remzî Hatîpogluyê di 6ê Hezîranê da ji ber qezaya wesayîtê birîndar bûbû û li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, şehîd ket

Türkan Tosun  | 15.09.2019 - Rojanekırın : 16.09.2019
Li Îdirê eskerek şehîd ket

Ankara

Li Îdirê eskerekî ji ber qezaya wesayîtê birîndar bûbû û li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, şehîd ket.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî li Îdirê Çawîşê Pispor Remzî Hatîpogluyê di 6ê Hezîranê da dema li ser wezîfeya xwe ya dewriyeyê bû û ji ber qezaya wesayîtê birîndar bû û li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, li hemberî hemû hewldanan di 14ê Îlonê da şehîd ket.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Xwedê rehma xwe li şehîdê me yên ezîz ê di vê qezaya ku em gelekî xemgîn kirin de mir bike, serê malbata wî ya bikeder, Artêşa Tirkiyeyê û gelê Tirk sax be."

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar jî li ser hesabê Wezaretê ya Twîtterê ji bo Çawîşê Pispor Remzî Hatîpoglu peyama sersaxiyê weşand.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın