Li Afyonkarahîsarê otobêseke rêwiyan welgeriya: miriyek, 40 birîndar
Otobêseke rêwiyan a di navbera Stenbol û Antalyayê da sefer dikir li Afyonkarahîsarê qeza kir, di qezayê da kesek mir, 40 kes jî birîndar bûn
Afyonkarahisar
Li Afyonkarahîsarê otobêseke rêwiyan welgeriya şerampolê, kesek mir, 40 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan otobêsa şofêrê wê Bariş Gokçe û plaqeya wê HS 2100 bû li nêzîkî Anitkayayê welgeriya şerampolê.
Gelek ambulans çûn cihê bûyerê.
Di qezayê da kesek mir, 40 kes jî birîndar bûn.
Rêwiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Hat ragihandin otobêsê di navbera Stenbol û Antalyayê da sefer dikir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.