İbrahim Atmaca
09 Îlon 2019•Rojanekirin: 10 Îlon 2019
Li Îdirê ji ber 1380emîn salvegera şehîdkirina Hezretî Huseynê neviyê Hezretî Mihemed û 72 hevalên wî ku li Kerbelayê hatin şehîdkirin, merasima eşûreyê dest pê kir.
Li bajêr bi hezaran mensûbên mezheba Ceferiyan, her sal roja 10emîn a meha muharremê, li seba şîngirtina kuştina Hezretî Huseyîn û 72 hevalên wî merasima eşûreyê tê lidarxistin û merasima ku îsal tê lidarxistin jî bi serê sibehê ra dest pê kir.
Li navenda bajêr û navçeyan ciwanan kincên reş li xwe kir û li mizgeftan civiyan û paşê meşiyan Goristana Asrî û Meydana Zubeyde Hanimê ku merasima eşûreyê wê lê were kirin.
Li vê derê merasim wê heta nîvro dewam bike, wê seba şehîdên Kerbelayê dia bikin, sînezen wê werin xwendin û îkram werin belakirin.