Tirkiye

Di nav 8 mehan da 162 hezar kes çûn Girava Axtamarê

Girava Axtamarê û Dêra Axtamarê ya li Wanê ji hêla bi hezaran turîstên herêmî û biyanî va tên ziyaretkirin

Türkan Tosun  | 09.09.2019 - Rojanekırın : 11.09.2019
Di nav 8 mehan da 162 hezar kes çûn Girava Axtamarê

Van

Girava Axtamarê û Dêra Axtamarê (Muzeya Abîdeyê) ya li Wanê ji hêla bi hezaran turîstên herêmî û biyanî va tên ziyaretkirin.

Li herêmê piştî rewşa aramiyê di qada turîzmê da gelek pêşvaçûn çêbûn.

Kesên dixwazin dîrok û xweşikiyên xwezayî yên bajêr bibînin tên Gewaş û Edremîta navçeyên Wanê û piştî rêwîtiyeke saetekî digîhîjin Girava Axtamarê.

Ziyaretwan li vir Dêra Axtamarê û giravê digerin, kêfa Gola Wanê derdixin.

- Eleqeyeke mezin ji bo Girava Axtamarê heye

Midûrê Bajêr ê Çand û Turîzmê Muzaffer Aktug ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Girava Axtamarê ya ku di lîsteya berwext a dinyayê ya UNESCOyê da cih digre ji bo ku di lîsteya daîmî da cihê xwe bigre ew xebatan dikin.

Aktug anî ziman Girava Axtamarê girava aştî û aramiyê ye û wiha dewam kir: "Par 157 hezar turîstên herêmî û biyanî hatin giravê, lê îsal heta 31ê Tebaxê 162 hezar kes hatiye ziyareta girava me. Heke em 4 mehên mane jî li ser zêde bikin, ev reqem wê ji 200 hezarî derbas bibe. Di turîzmê da ev rêjeye mezin bi rewşa aramiyê ra eleqedar e. Heke li bajêr aramî û ewlehî hebe ev di turîzmê da jî derdikeve pêş."

Aktug got otel tije ne, esnaf û bazirgan ji vê rewşê kêfxweş in.

- "Hejmara turîstên herêmî û biyanî her sal zêde dibe"

Şaredarê Gevaşê Murat Sezer jî got hejmara turîstên herêmî û biyanî yên tên Girava Axtamarê her sal zêde dibe, li herêmê piştî bûyerên terorê rewşa aramiyê guherîneke mezin li ser herêmê kir ku ev jî tesîrê li ser turîzmê dike.

Sezer got turîstên tên Girava Axtamarê navçeyê jî ziyaret dikin û esnaf ji ber vê kêfxweş in û ew hêvî dikin ev her tim dewam bike.

Turîsta Îranî Bahar Îbrahîmî jî got ew her ku tê Tirkiyeyê Girava Axtamarê ziyaret dike, lewra dîrok û xwezaya Axtamarê û Gola Wanê xweş e, mirovên herêmê jî mêwanperwer in.

Mustafa Ozê 19 salî yê ji Stenbolê hatiye jî got Girava Axtamarê cihekî nuwaze ye û divê herkes bê vê derê bibîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.